Tu Ne Navê Min î

- Da ! kî navê min danî ?
+ Apê te.
- Me'na navê min çi ye ?
+ Navê Pêxemberê me -ESW- ye.  
- Hmmm


Naxwazim bibêjim "Da ! ma ez dizanim ku navekê ji navên HZ. Mihemed e lê min me'na navê xwe pirsî". Jixwe ger min bipirsiya bi îhtimaleke mezin dê dîsa heman bersivê bidaya min. Ev navê 'giran' 24 sal in ji dû min venaqete. Min dev ji nimêjê berda lê ew hîn rûniştiye li ser laşê min. Ma ne apê min ji bo ku ez bibim lawikekî salih û dînê xwe bajom ev nav li min kiribû, nebû îşte, ez nebûm Mele Mistefa û min sîwaka xwe di berîka xwe de negerand. , êdî ji min bigere 'Mistefa'.

Temam temam , ez sekan im , no problem. Kengî ji ber vê meselê bitengijim ew pompaciyê ku li îstasyona petrolê dixebitî -gece vardiyası- tê bîra min û bêhna min piçekî dertê. Navê wî Keyfo bû.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

BİZİ LEYLA'YA İNANDIRAN KEREM SEVİNÇ

Reddiyeyek Bo Ömer Faruk Baran

TU BÛ ÇEND?